[SWÊD, 17/11 2008]
Ax (xwelî) – Hox
Zimanzanê ermenîyan yê herî mezin di pirtûka xwe ya zanyarî ya “Hayêrên armatakan bararan” (“Ferhenga têrmînologî ya ermenkî”, 1977, Yêrêvan, rûpel 177) dinivîse, ko kurdan gotina ax di sedsala 11an da ji gotina ermenkî hox hildane. Lê ew şaş e, ji ber ko koka wê gotinê îranî ye. Ew gotin di gelek zaravên îranî da wek xwelî, kozî û tenî hene, wek: di farisîya navîn da xval tê maneya tenî, di goranî (kandûlayî) da xul, hul, bi lûrî xol têne maneya xwelî, kozî, bi zazakî wel tê maneya kozî. Koka van gotinan ji gotina îranîya kevin hwarda tê, di hindawropî da suordo ye. Ango, ev gotin ji îranî derbazî ermenkî bûye.
Axil (axur, axûr) – Axor
Ev gotina îranî ye, bi farisî ”axûr”, bi afxanî ”axor”, bi ermenkî ”axor” dibêjin. Herduyên dawî ji farisî derbaz bûne. Bi farisîya kevin ”axer” e û tê maneya cîyê naxirê û ji gotina ”a-xer” çê bûye, ew jî ji gotina ”xerten” (xwerin /äta (bi swêdî) çê bûye.
Azad – Azat
Ji îranî bi eynî maneyê derbazî nava ermenkî bûye û bûye ”azat”. Di îranîya kevin û avêstayî da ”azate” ye, ko tê maneya azad, zane, aqilmend, di farisîya navîn da ”azat” e, di farisî da ”azad” e û tê maneya azad.
Efsûs – Apsos
Ji gotina farisî ”efsus”. Di îranîya navîn da ”efsos”. Gorî Nyberg H.S. (A Manuel of Pahlavi, Wiesbaden) ew di îranîya kevin da ”epesreu ra” ye, ko ji gotinên ”epe” û ”srev” çê bûye û tê maneya ”guhdarîkirin”. Di îranîya îroyîn da tê maneya ”heyf, mixabin”. Ji wira jî ketîye nava ermenkî û bûye ”apsos”, di tirkî da bûye ”efsus”.
Endam – Andam
Ev gotina farisî ye û maneya can, laş, perçekî laş dide. Di avêstayî da ”hendame” ye. Di kurmancî da piranî wek ”uzv”, bi swêdî ”medlem” (wek nimûne: endamê partîyê) tê bikaranînê. Di ermenkî da bûye ”andam” û bi eynî fikirê tê bikaranînê.
Embar (imbar) – Ambar
Ev gotina di gelek zmanên îranî û ne îranî da heye, lê koka wê ji gotina farisî ”embar” (enbar) e. Di farisîya kevin da: ”hem-ber” (Grundriss der iranishcen Philologie). Di îranîya kevin da ”per” tê maneya “dagirtin”. Di avêstayî da ”perena” ( ) ye, ko tê maneya ”tije”. Hema bêje di hemû zmanan da tê maneya kîler, cîyê xweykirina êr, gênim, rûn û h.w.d. Di ermenkî da bûye ”ambar” û bi wê maneyê tê bikaranînê.
Binelî (binecî) – Bnak
Ji gotina îranî ”buna”, ko tê maneya mal, xanî, hêwirgeh û paşpirtika tirkî ”lî” çê bûye û ketîye kurdî û farizî jî. Di farisîya navîn da ”bunek”, di bêlûcî da ”bunag” e û tê eynî maneyê. Di ermenkî da bi eynî maneyê bûye ”bnak”.
Bizîşk (pazîşk, pizîşk) - Bjîşk
Bi avêstayî ”beêşeze”, bi hindîya kevin ”bhêşeja” (kesê qenckir, dermanê pakkirinê). Di farisîya navîn da bêjîşk, bzîşk, bi farisîya niha ”bizîşk”, ”pizîşk” (doktor, qenckir). Di ermenkî da bûye ”bjîşk”.
Çol – Çol
Ev gotina farisî - ”çûl” di kurdî da bûye ”çol” (berrî, lê ne qûmistan). Ji farisî derbazî tirkî bûye, bûye ”çöl” (deşt). Di afxanî da jî ”çol” e. Bi erebî ”şewl” e. Ji farisî derbazî ermenkî jî bûye û bi eynî fikirê wek ”çol” tê bikaranînê.
Dadwer – Datavor
Ev gotin ji gotina farisî ”dadver” (kesê heq), ji wê gotinê jî gotina ”dawer” (hakim) çê bûye; di farisîya navîn da ji vê gotinê ra ”datavar” hatîye gotin, bi ermenkî jî bûye ”datavor”. Di kurdî da ”dadwer” tê maneya hakim, ango kesê ko dadê dike, gotina ”dad” jî tê maneya ”mehkeme”. Di kurdîya me da dibêjin. “Wê dada te bikin”.
Dadxwez – Dataxaz
Wek ko me li jorê got, ”dadwer” tê maneya hakim, lê li vir gotina farisî ”dadxwez” tê maneya kesê ko dadê dixweze (bi tirkî sawcî, bi swêdî åklagare) û ev yek di kurdî da jî wisan e. Ji farisî derbazî nava ermenkî bûye û bûye ”dataxaz”.
Dijmin – Tşnamî (Dûşman)
Ji gotina farisî ”duşman” çê bûye, ko ew jî ji farisîya kevin ”duş-mana”, ji avêstayî ”duş-mainyu” çê bûye û tê maneya dijmin. Ev gotin ji farisîya kevin derbazî nava ermenîya kevin bûye û bûye ”dûşman”, paşê guhêrîye û di ermenkîya niha da bûye ”tşnamî”.
Dijwar – Djvar
Ji gotina farisî ”duşvar” (di farisîya navîn da: ”duşx’ar”) çê bûye û tê maneya ”zehmet”, ”giran”. Di kurdî da bûye ”dijwar” û bi wê fikirê ji farisî derbazî nava ermenkî bûye û bûye ”djvar”.
Doşav – Doşab
Doşab tê maneya şerbetê, an jî ava şîrin, ko ji şîreya trîyan tê çêkirinê. Ew ji du gotinan çê bûye: ”doş” û ”ab” (ab/av). Profêsor Tsabolov di pirtûka xwe ya zanyarî “Ferhenga zmanê kurdî ya êtîmologî” da hewil dide îzbat bike, ko gotina ”doş” ji farisî tê û tê maneya xweş (wek ”doş-aram”: xweş, lezet, ”doş-armih”: evîn, di îranîya kevin da ”dauş”, bi avêstayî ”zaoş”, ko herdu jî tên maneya lezet dîtin, di hindîya kevin da jî ”joşa”, ko tê maneya lezet). Lê bi bawerîya min ew ji gotina ”dotin” e, ko bûye ”doş” (ew di gotinên ”doşanî”, ”çêlekdoş” da xuya dibe), ango trî hatîye dotin û bûye ”doş+av = doşav”.
Gamêş – Gomêş
Ev gotina îranî – ”gamêş” ji gotinên ”gav+mêş”, ango ji gotinên ”ga+mîh” çê bûye. Di kurdî da herfa ”ş” maye, ji ber ko esilê wê gotinê ji îranîya kevin ”maişa” tê, ko tê maneya mî. Bi bêlûcî jê ra dibêjin ”gawaiş”, bi bextîyarî ”gomîş”. Û ji îranî jî derbazî ermenkî bûye û bûye ”gomêş”.
Gaz – Gaz
Gaz tê maneya 113 sm, an jî arşînek, ango têrmîna pîvandinê ye. Wek ko akadêmîkê ermenî H.Açaryan di pirtûka xwe ya zanyarî “Ferhenga zmanê ermenkî ya êtîmologîyê ya bingehîn” da (bi ermenî), di cilda 1, rûpelê 479an da îzbat dike, ev gotina ji farisî derbazî nava kurdî û ermenkî bûye. Ango gotina îranî ye.
Gêlaz – Kêras
Ev gotin ji farisî (gîlas, gêlas) derbazî nava gelek zmanan bûye û derbazî ermenkî jî bûye û bûye ”kêras”. Bona himberîhevkirinê em destnîşan bikin, ko bi zazakî dibêjin ”giryas”, tirkî ”kiras”, erebî ”kerez, kerîz”. Koka van hemû gotinan ji hurumî (yûnanî) tê. Û ji wira jî derbazî latînî bûye (cerasus, ceresia), ji wir jî ketîye fransî ”cerise”, rûsî ”çêrêşnya”, îngilîsî ”cherry”, almanî ”kirsche” û h.w.d.
Gizêr – Gazar
Ev gotin jî ji ”gezera” farisî derbazî nav ermenkî bûye. Bona himberîhevkirinê em bêjin, ko bi afxanî jê ra dibêjin ”gaz re”. Di ermenkî da bûye ”gazar”. Di hindîya kevin da ”garjere”, pencebî ”gajjer” (navê hêşinayîkê ye, qewlî Reşo va, navê gîhayekê ye), bi erebî ”jezer”, tirkîya osmanî ”gizri”.
Gîrfan – Grpan
Ev gotina di kurmancî da tune, lê di soranî û goranî da heye û tê maneya ”berîk” (bi erebî cêb). Bi ermenkî bi eynî maneyê dibêjin ”grpan”.
Gopal – Kopal
Ev gotina farisî ye û tê maneya darê destan, kevezan û ji ”kob-al” çê bûye. ”Kob” ji lêkera ”koftan, kobîdan” e, ko tê maneya lêdan, lêxistin (di kurmancî da ”kutan” heye, ango ”kut-an”). Li vira ”al” paşpirtik e. Di farisî da guhartina herfa ”b” bi herfa ”p” va tiştekî normal e. Ermenî vê gotinê wek ”kopal” bi eynî maneyê bi kar tînin.
Gulor (gilover) – Klor
Bi farisî gotina ”gulûle” tê maneya top, gulle, bi goranî ”gulûlîa, gule”, ko tê maneya ”gulok”, di hindîya kevin da ”glau” top e, bi zazakî dibêjin ”gilover, gilor”. Em wê jî bêjin, ko ”gulle” (fîşek), ”guloka” têlan jî gilover in. Gotineke kurdî heye, dibêje: “Hewşa me ”klor” e, kê tê mala me kil û kor e”. Ev gotin derbazî nava ermenkî jî bûye û bûye ”klor”, ko tê maneya gilover. Em wê jî bêjin, ko di goranî da gotina ”kulîrî” tê maneya “nanê gilover”.
Hemal – Hambal
Şik heye, ko ev gotina ji erebî (hemmal) derbazî nava farisî (hemmal) bûye. Bi kurdî ”hemal” e û ji kurdî jî derbazî nava ermenkî bûye û bûye ”hambal”. Di hemû zmanan da ev gotin wek paleyê barbir, piştokêş tê bikaranînê.
Hêl – Hêl
Ev gotina, ko tê maneya kardamon, ji farisî (hîl) derbazî nava erebî (heyl), afxanî (hêl), ermenkî (hêl) bûye. Di hindîya kevin da ”ela” ye. Bi kurdî ”hêl” e.
Hîm – Hîmk (hîmn)
Êtîmologîya vê gotinê ne bêlî ye, lê bona himberîhevkirinê em bêjin, ko bi zazakî gotina ”hîm” tê maneya bingeh. Di kurmancî da tê maneya kok, bingeh, reh. Bi ermenkî gotina ”hîmn” tê maneya bingeh, lê ”hîmk” tê maneya fûndamênt (bi swêdî basis, grundval).
Hol – Hol
Ev gotina di kurdî û ermenkî da tê maneya vizikê. Êtîmologîya vê gotinê ne bêlî ye, lê di kurmancî da xên ji vizikê tê maneya topê jî. Kurdên Ermenîstanê ji berê da li gundan ji lîstika topa ser bûzê ra digotin ”hola” ser bûzê. Di sondeke êzdîyan da jî gotina ”hol” tê bikaranînê: “Hol hola siltan Êzîdê Sor e”. Li vir gotina ”hol” benê ko davêjine situyê êzdîyekî ye û ew ben gilover e. Ji tiştên ko gulol dibe, bi awayekî din jê ra dibêjin ”hol” dibe.
Hezar – Hazar
Ev gotina ji îranî derbazî nava ermenkî bûye. Bi farisî ”hezar”, bi avêstayî ”hezerjra”, farisîya kevin ”hezehre”, hindîya kevin ”sehesre”, bêlûcî ”hezar”. Di ermenkî da bûye ”hazar”.
Comerd – Comard
Ev gotina îranî ji du beşan e: ”cewan+merd”. Di kurdî da bûye ”comerd” û tê maneya mêrê ciwan, ango mêrê xurt. Ji îranî derbazî nava ermenkî û tirkî bûye. Bi ermenkî ”comard” e, bi tirkî ”cömert” e.
Kizirandin – Kizêl
Gotina ”kiz” di farisî û kurmancî da heye. Ji wê gotina ”kizirandin” (kizirandina mirîşkê) çê bûye. Ji îranî jî derbazî ermenkî bûye û bi eynî maneyê bûye ”kizêl” (kiz+êl). Ew derbazî tirkî jî bûye; ”kyzermek” (sorbûn), ”kyz-mek”, an jî ”qyz-mak” (kelandî), ”qyzertmek” (qelandin, sorkirin) ”kyzdyrmek” (sincirandin). Di kurdî da bezê (dûv) sorkirî (qelandî) ra dibêjin ”kizik”, tiştê ko dişewite û bîna şewatê jê tê, dibêjin “kizûrî bûye”, yek ji yekî ra dibêje: “Kizîn dilê min ketîye”, “Dilê filankesê dikizire”. Ev gotin di gotineke pêşîyan da jî xuya dibe: “Bîna kiz tê ji mala diz”.
Kîp – Kîp
Bi farisî û kurdî gotina ”kîp” tê maneya rex hev, kêleka hev, wisa ko wek dibêjin “ba tê ra derbaz nabe”. Bi ermenkî tê maneya şidandî (qayîşa şalê xwe şidandîye), di tirkîya osmanî da tê maneya zexm, bi hêz, qayîm. Îzbata ko ev gotin ji kurdî derbazî nava ermenkî bûye ew e, ko di kurdî û farisî da ew gotin têne eynî maneyê, lê di ermenkî û tirkî da maneyên wan nêzîkî maneyên kurdî û farisî ne, lê ne eynî ne.
Kîs (kîsik) – Ksak
Bi erebî gotina ”kîs” (pirane kiyese) tê maneya çewal, çelte, bi farisî jî tê eynî maneyê. Zanyarekî rûs Bêlkîn V.M. di pirtûka xwe ya zanyarî (“Lêksîkologîya erebî”, rûpel 100) dinivîse, ko bi fikira çend zmanzanên ereb ev gotin ji îranîya navîn derbazî nava erebî û tirkî bûye. Di tirkî da ”kis, kese” ye. Gotina ermenkî ”ksak” jî, ko tê eynî maneyê, ji gotina ”kîs” a îranî çê bûye. Balkêş e, ko bi gurcî ”kîsa” ye, bi akadî ”kîsu” ye. Kurdzan Tsabolov R.L. ser wê bawerîyê ye, ko koka vê gotinê ji yûnanî ye, ko tê maneya pizdang. Em destnîşan bikin, ko pizdang jî mîna ”kîsikê” ye. Eger em hinekî dûr herin, belkî gotinên swêdî ”kissa” (tê maneya “mîztin”), ”kista” (tê maneya “qutî”, “sandoq” û “şirdan”, ango “cîyê xwerinê”, “mîda”) jî ji ”kîsê” tên, ko ew jî ne gelekî nêzîkî aqilan e.
Kurîk – Kûrak
Di farisî da kurê kerê ra dibêjin ”kurre”, bi zazakî ”kurrî”, bi goranî ”kurrî”, bi bêlûcî ”kurreg” û h.w.d. Ji îranî derbazî nava ermenkî bûye û bûye ”kûrak”. Bi kurmancî piranî dibêje canû, cenû, caş, caşik, lê ”kurîk” jî dibêjin. Ne dûr e, ko gotina ”kurîk” ji gotina ”kur” çê bûye.
Mûm – Mom
Ev gotina bi eynî maneyê di farisî da ”mom, mûm” e, bi tacîkî û çend zmanên îranî yên din da ”mum” e, di ermenkî da ”mom” e. Îzbateke wê yekê, ko ev gotin ji kurdî derbazî ermenkî bûye ew e, ko di folklora me da ev gotin di gelek cîyan da heye, wek di gotinên pêşîyan da: “Xema kor e, ko ”mûm” buha ye?”, “Merî tilîya xwe bike mûm, ber filankesê vêxe, dîsa naşêkirîne”, “Mûm ronkayê nade bin xwe".
Şapik – Şapîk
Bi ermenkî ji kirasên şevê ra dibêjin şapîk. Ermenîyên Roavayê ji kirasê rojê ra jî dibêjin şapîk (bi swêdî skjorta). Di kurdî da jî di gotina şal û şapik da şapik kiras e. Koka wê gotinê, ango şep ji farisîya navîn hatîye û tê maneya şev. Guhastina herfa ”p” ya îranîya kevin bi herfa v di kurdî da tiştekî qebûlkirî ye. Wek di îranî da gotina ”ap” di kurdî da av e, fşûpan di kurdî da şivan e, tapa (an jî tepe) di kurdî da tav e, şep di kurdî da şev e û h.w.d.
Hinek gotin jî hene, ko xuya nake ka ev gotin ji wan herdu zmanan ji kîjanî derbazî zmanê din bûye. Wek: Bizûz – Bzêz, Kap – Kap, Kaşkirin – Kaşêl, Kotan – Gûtan, Legan – Lagan, Laçik – Laçak, Lewaş – Lavaş, Merek – Marak, Paç+kirin – Paç+êl, Maş+yayî – Maş+vas, Mêxik – Mêxak, Mûm – Mom.
Bizûz – Bzêz
Ev gotin ji kurdî derbazî nava ermenkî bûye û bûye ”bzêz”. Di hevokan da: “Şer mîna bizûzê dikeve nava merîyan”, “Kul dibine bizûz, dikevine nava canê me”. Gotina pêşîyan: “Ba bizûza berfê ye, merî bizûza çiyê ye”.
Kap – Kap
Gotina ”kap” di ermenkî da tê maneya guloka têlan, şirît, ”kap+êl” tê maneya girêdan. Di kurmancî da jî ji benê ko davêjine situyê golikan ra dibêjin kapê golikan. Yekî ko ji zar û zman ketîye, dibêjin “kap ketîye zmanê wî”. Merivê ko teslîm dibe, bi kurdî jê ra dibêjin, “kete kapê xwe”.
Kaşkirin – Kaşêl
Ev gotina kurdî (kaş+kirin) di ermenkî da ”kaşêl” e (kaş+êl) û tê eynî maneyê. Di kurdî da ev gotin di gelek cîyan da tê bikaranînê. Wek di gotineke pêşîyan da tê gotinê: “Xwedê merivan şaş neke, şaş dike bira feş neke, feş dike bira ji erdê ra ”kaş” neke, ”kaş” dike bira berkaş neke”. Hinek caran wek kişandin (bikişîne) tê bikaranînê, wek “Meytê şêr bi erdê ra kişandin”, “Cixare kişandin” û h.w.d. Gotina ”kaş” di ermenkî da tê maneya pîvandina giranîyê jî. Di kurdî da jî hema bêje wisan e: “Ji kerema xwe ji min ra du kîlo sêv bikişîne”.
Kotan – Gûtan
Ev gotin bi kurdî ”kotan” e, bi ermenkî ”gûtan” e, ko di herdu zmanan da jî tê eynî maneyê.
Legan – Lagan
Bi farisî ”legen” e, bi zazakî ”lengan” e, bi tirkî ”lixan” e, bi erebî ”leqqan” e, bi ermenkî ”lagan” e. Di hemû zmanan da jî tê eynî maneyê.
Laçik – Laçak
Bi farisî ”leçek” e, bi azirî ”liçek” e, bi kurdî ”laçik” e, bi ermenkî ”laçak” e. Xuya ye koka wan ji ”lacinia” latînî tê, ko tê maneya pîne, dezmal. Di hemû zmanan da jî tê eynî maneyê.
Lewaş – Lavaş
Bi farisî ”levaş” e, bi tirkî ”leveş” e, bi ermenkî ”lavaş” e. Di kurdî da bi du awayî tê gotin: ”lewaş” û nanê ”loş”. Di hemû zmanan da jî tê eynî maneyê.
Maç (Paç) – Paç
Gelek kurd ji ”paçkirinê” ra dibêjin ”maçkirin”. Kurdên Sovyeta berê û Serhedê dibêjin ”paç”. Ermenî jî dibêjin ”paç”. Tiştekî balkêş e, ko ”maça” cot di ermenkî da jî ”maç” e û tê eynî maneyê. Bi farisîya bakur da jî ”maç” e, bi farisîya navîn ”amac” e, ko tê maneya kotan.
Merek – Marak
Bi kurmancî ”merek”, bi zazakî ”merekî” ye, bi ermenkî ”marak” e. Di hemû zmanan da jî tê eynî maneyê.
Maş+yayî – Maş+vas
Ev gotin di herdu zmanan da jî tê eynî maneyê, ango maşyayî, pizinî, peritî.
Mêxik – Mêxak
Mêxika kurdî û Mêxaka ermenkî navê kulîlkekê ye (bi swêdî: nejlika). Herwiha di herdu zmanan da navê baharetekê ye jî (bi swêdî kryddlejnika). Tiştekî balkêş e, ko di kurdî (mix) û ermenkî (mêx) da herdu gotin jî têne eynî maneyê, ango bizmar. Bi rûsî ji wê kulîlkê ra dibêjin gvozdîka. Li vir jî gvozd tê maneya mix, bizmar. |