Teach genocide!
Teach genocide!Teach genocide! Kurdistan and Hayastan - Hand in Hand: Pirtûka HECIYÊ CINDÎ: JIYAN Û KAR Û MALBATA CINDÎ

Monday, July 6, 2009

Pirtûka HECIYÊ CINDÎ: JIYAN Û KAR Û MALBATA CINDÎ

Goran Candan

Eta (xwunga mazin) me Frîda Hecî Cewarî qîza navîn a kurdê navdar, qîza pêþengek ji civaka kurdên Qefqazê, qîza nivîsevan û zimannasê (fîlolog) naskirî, qîza hêja Heciyê Cindî (1908-1990) ye.



Frîda Cewarî sala 1934'ân Li Rewan'ê (Erîvan) hatiye dunyayê. Frîda Hecî Cewarî li zankoya (unîvêrsîteya) Moskovayê beþê pêdagogîyê û fakûltêta fîzîk-matêmatîkê biriye serî.
Ji hingê ve, li Rewanê ev e 50 sal e ku mamostetiya matêmatîkê ya Kolêca Rewanê dike. Hozanê navdar ê kurdê Qefqazê, Fêrikê Ûsiv (1934- 1997) ku ji vê çend salan berê çû ber dilovaniya Xwedê mêrê Xatûn Frîda Hecî Cewarî bû.

Frîda Cewarî ji bo yadgariya sedsaliya bûyina bavê xwe (2008) Heciyê Cindî, pirtûka bi navê Heciye Cindî - Jiyan û Kar derhaniye. Vê berhemê du caran jî daye weþandinê. Çapa duduyan bi alîkariya Înstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye derxistin.

Jiyana Heciyê Cindî, ji hêla her kurdekî kurdhez û wêjehez ve baþ dihêt naskirinê. Hecî li saxiya xwe ji ser 80 sernav (title) pirtûk derhanî û pirtûkxaneya kurdî pê dewlemendtir kir. Ev berhem xwedî babetên zaniyarî, wêjeyî yên cihêreng bûn. Hem berhemên ji ber pênûsa Hecî û hem jî berhemên wek karê wî yê wergêrvaniyê ên wek gelêrî (folklorî), perwerdeyî (pedagogî) bûn. Li pey koçkirina wî, li gor Eta Frîda, pênc (5) berhemên wî yên destnivîskî yên çapnebûyî jê mane. Bi xebat û lebata xwe ya xwandina zanistiyê, Heciyê Cindî hilkiþiya qada profêsoriyê.

Heciyê Cindî di sala 1908'ê de, li gundê Amançayirê, girêdayê Qersê ji dayîk bûye. Di salên 1918'an de, ji ber komkujî û hêrîþên leþkerên tirkan, ew koçber dibin û derbasî aliyê Sovyetê dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, dikeve sêwîxaneyê.

Li sêwîxaneyê bi sedan zarokên bêxwedî re perwerdeyên sereke û yên navînê wergirtiye. Sala 1929'an, derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê bûye. Di sala 1930'an de, ketiye Fakulteya Rewanê (Erîvan) a zimannasiyê. Her wisan jî ew dibe xwendevanê kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de xwandin kiriye.

Heciyê Cindî gorbuhuþt, di sala 1932'an de, li nav civaka kurdî ya li Qefqazê, dest bi berhevkirina materyalên zargotina (folklora) Kurdî dike. Her wiha jî ji sala 1930'an de, di rojnameya Riya Teze û di Radoya Kurdî de (ku tenê nûçe diweþandin) dixebite.


>>Read the full article here<<

2 comments:

Anonymous said...

slav bareza, nave mn hemina az le london dajem,xwdani govare International Kurdish press m, az dxawazm jbo chand kareki rojnamavani bchm bo arminea w darbaray kurd le arminea karbkdm, ke datwanet alekarm bkat, tkaya ava emaile mna, hemin.tv@hotmail.com supas

Unknown said...

j2f04k5k82 z3l66b7f04 x6o62e7g67 w0x70a0w52 q8l61j1v90 d2s05j9z43