Teach genocide!
Teach genocide!Teach genocide! Kurdistan and Hayastan - Hand in Hand: Ermenîtiya dapîra Abdullah Gul lê dibe serhevde

Thursday, December 18, 2008

Ermenîtiya dapîra Abdullah Gul lê dibe serhevde



Çima ku li ser pirsekê serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul mesela kampanyaya uzirxwestina şexsî hin rewşenbirên tirk ya ji ermeniyan wek derbirîna azadiya fikrî nirxand, nasyonalîstên tirk ketine pey wî, ermenîtiya dapîra (diya diya wî) wî tînin meydanê û bi vê dixwazin wî têxin bin tehdîdê ku goya ew wek serokkomar ji nirx û siyasetên dewleta tirk bidûr dikeve, li pey eslê dapîra xwe dihere.

Canan Aritmana CHP-yî îşev derket saeta nuçeyên esasî ya kanala Starê û îdîa kir ku diya diya Abdullah Gul ermenî ye. Li ser pirsa ku wê ev agahî ji kîjan çavkaniyê girtiye, Aritman îdîa kir ku wê agahî ji xizmên Gul ên dereceya yekê wergirtiye. Li ser vê rojamevanê nuçeyan pirsî ku gelo ew kes xalê Abdullah Gulî Ahmet Şatoğlu ye, Aritmanê ne got ‘erê’, ne jî ‘na’.

Li ser rexneyên ku ev ne rojnamevanî ye ku li eslê ermenîtiya Gulî tê gerîn, rojnamevana nuçeyan bi kuşpeneyî got, ev wazîfa wê ye, ew bibîrdixe ku Abdullah Gul divê ne siyaseta koka xwe ya etnïkî, lê ya dewleta tirk bike.

Nasyonalîstên tirk hê ji roja serdana Gul a Ermenîstanê bahaneyan lê digerin.


Netkurd.org

No comments: